le dîclem pirsî şetî axirşeř

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  595 Dîtin
le dîclem pirsî şetî axirşeř
boç legeł beẍda wa kewtûyte şeř
nawcergî xoyan kirdiwe be me’ber
bo emey bo to bête řaguzer
em beruberyan bo kirdûy be baẍ
elektirîkîş duřřî şewçiraẍ
ew řenge lêłet be tofanî nûr
eka be cîlwey tecellay koy tûr
keçî to legeł geyîştye behar
be coş û xiroş lêy ebî be «har»
kef deçerênî û dêyt be guř wek şêt
boye zincîrî «cisir» exene pêt
cwabî damewe be zubanî ḧał
witî ey pîrî jîrî konesał
lew řojewe xwa dinyay danawe
bo awedanî kewtime em nawe
xizmetî şar û şa û gedam kirdin
be çakî legeł hemûm derbirdin
bełam emaney dewrî axrî
kewtûne nîfaq legeł yektirî
goř waye minîş byanxinkênim
weten perestyan bo pê bigeyenim