eger qabîne car car negořê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  622 Dîtin
eger qabîne car car negořê
sewday wezîrî debeyne gořê
serî bê sewda topî futbołe
małî bê poker kulaney çołe
syasetî řast heřo meřoye
tirsinok beşî her bawkeřoye
wadey întîxab kewte beharê
çaweřêyn cilman bo bê le şarê
caran be ferman ehatne kaye
pêman ewtin aşûr aẍaye
êsta be ře’î hełyandebjêrin
le dengî dehoł natirsin, şêrin
nadan be nûsîn hełgêřîtewe
dîsan her lefzî xoy egrêtewe
mêşesegane ke seg megese
hełîşîgêřî herwa nakese
zirêy zanînit ke kirde berit
tacî edebîş binêre serit
şoret afete û şehwet feřengî
zorbiwêj negbet, ’îzzet bêdengî
têhełçû da’îm ser be bełaye
goşegîr hergîz kişî bernaye