zistan hat hejar xembarî dare

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  803 Dîtin
zistan hat hejar xembarî dare
lay dewłemendîş teřî behare
hendê xoşḧałn «qabîne» gořa
bełam giranî qapî negořa
asayş bo lat meger le gořa
pyawî be helat herwa le gořa
ke meb’ûsî bê xeyałî şewt
řakşê û binû ba bête xewt
xoşî bo ewey ke xeyałbaz bê
nek be efsane çaweřêy baz bê
tarîkayî şew êware dyare
kwa mîratî ker bo kemtyare?
yarî caranman babî babî bû
swar bûn be pirsî naḧîsabî bû
êsta futbołe ḧîsab be gołe
tenha bayî’î be «řoł»e řołe
futboł wêrgulî bikewête nêw
be şêwey ciłfe ebê be cinêw
ełên: bê erxe nakewye kaye
be mêrdî nîye ewîş be xwaye
parey dewłemend demit şil deka
bexîlî zor car tewq le mil deka