eger danayt û hoşt be gîre

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  704 Dîtin
eger danayt û hoşt be gîre
le naw melan da kam mel be şîre
mełên meb’ûsî be řa û tedbîre
qiřeqřî qel her bo hencîre
fiřke fiřkî mel le şwên daneye
her çend qîsmetîş aw û daneye
çî bikeyn hey hawar nefis załme
min nefsim tora eme ḧałme
ewî hełkirdî be endazeye
guzeranîşî be şîrazeye
mełên: em xełke wa teme’kare
dawud pêẍember kewte em kare
dwayî pêẍember řêy tema’î best
piştênî leser goştewe ebest
turk witûyetî «beter qardaşim»
«aze cik aşim aẍrîsiz başim»
heyşe ke çawî be banqenot kewt
be ẍar boy eçê neweka be řewt
bo dewłemendî «řeşt»e em bûke
ta barî qurs bê ew ełê: sûke
bigre û berde bo lêfey melaye
kê dełê dûgî çewr be bełaye