bira min û to towî xakêkîn

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  714 Dîtin
bira min û to towî xakêkîn
çekerey tazey jêr xaşakêkîn
hêşta hewayê neş û nimayê
nekewtote kar boman le layê
bergey bayekî muxalîf nagrîn
keçî bo ḧałî yektirî nagrîn
ewey dîwarî xoy bin kend deka
perdey namênê xoy be pend deka
her qînit hełsê û dest bideyte dar
bendî cergîşt lêt ebê bêzar
xelîfe qadir fermûye yabe
legeł zemana be mudara be
«se’dî» fermûye û beřastî pende
lutif bêgane eka be bende
pendî pêşînan be diłsozîye
خێرخûاهییێەکی gel û hozîye
ke to netwanî řegim derkêşî
be bawkî ebê nazim bikêşî
dû şûşe bênî bîdey be yeka
katêkit zanî herdûkyan şika
kewate şûşey ’eyşit meşkêne
ba diłteng nebî dił merencêne