xwa cehenemî xiste quřgî mar

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  644 Dîtin
xwa cehenemî xiste quřgî mar
bo ewey agir têkeł ka be jar
mar sałê carê pişûyêk edat
bew pişuwe sard û germ ebê wiłat
henasey kêşa sardî zistane
pişûy da germî tînî nîrane
hawîn ew giře dêt berew pîrman
hêşta cehennem nayête bîrman
wa lêre befir ekeyn be befraw
xo ewê awman ḧemîme û zûxaw
wa le cehennem lêre xem sardîn
çî dekeyn ke xwa bo ewêy nardîn
êsta çareman peşîmanîye
tobeye řêgay musułmanîye
xwa hemû ḧeqî xwayî debexşê
bełam ḧeqî xełk nařwa û nalexşê
ew zordarîyey to emřo hete
sibeynê be şer’ milit le pete
le meř eysênî eydey be gurgan
be destî xałî eçye ber dîwan
xo lewê nîte ke bîdeytewe
çone ew řojet bîr eçêtewe