ewe kêye wa kewa xişey dê
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
777 Dîtin
ewe kêye wa kewa xişey dê
mam řemezane, dyare mişey dê
wa be girde gird mam řemezan hat
peykerî «poker» biřewî dahat
her çend pokerçî kon zoryan derçûn
taze pêgeywan wa le «řist» berbûn
yekêkyan tyaye awrî bin kaye
ke şêx û melayş dênête kaye
duwemyan qutey mil nêrke kardû
sermarmêlke û pişt pûçî mardû
kes nekewête dawî ewane
bê «řêst» le řeşî ekujin ew dwane
ewaney be řast řojû egirin
hełdegrê biłêyn: be bał efiřn
qernêke germay řojî wa nebuwe
germa le wize û taqet derçuwe
padaşî eme cejnêkî wa bê
bo geł bê û beşî kurdîşî tyabê
beşêkî waman bo bibřêtewe
ke be yaroda xerc nebêtewe