parûye bixere dem ke bot qût biçê
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
803 Dîtin
parûye bixere dem ke bot qût biçê
nek be jan liçit pêka bilçê
ewî pelepel parû efřênî
boy qût naçê û xoyye «tî» efřênî
hendê ebînî «yabû»y xurasan
wa ezanî bar eba be asan
katêkit zanî le řêda westa
kabray qetarçîş qînî lê hesta
be qemçî kewte serugwêlakî
way lê kird seg çaw bibřête lakî
îşe awêney însanî bekar
hemû katê cêy kar nagrê guftar
agirî dirozin satê egřê
îş nezan dwayî mûçey ebřê
to gwê medere ewaney emřo
xoyan ejênin be heřo û meřo
yekêkî řast řew, ke kewte řûy kar
eyangiłênê, ekewne hawar
ewsa peşîman şaxî lê eřwê
řêwî qumar baz pêstî egrwê