xwa ke gyanî pak ebeşêtewe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  779 Dîtin
xwa ke gyanî pak ebeşêtewe
hendêkyan dway merg edrewşêtewe
le baregay xwa, le řûy zemîn da
le řojhełat û le xorinşîn da
eřwa û egeřê û zortir le xewa
xoy nîşan eda le perdey şewa
egate firyay kes û karî xoy
ebête çiray řêy řizgarî boy
hendê gyanî tir pêyan ełên: pîs
ekewne leşî bedkarî negrîs
be her çwarla da ekewne «cûte»
kirdeyan legeł şeytana cûte
«tîke» le demî bê dest defřênin
humay asayş hełdefřênin
ta destyan eřwa ko ekenewe
le xuda û bende «ko» nakenewe
le piř ebînî ke belada hat
hîç kes nazanê, pare çî lêhat
legełî naçê bo «goř» û kunî
ebřê be mêrde tazekey jinî
ya řojê ahî cergêkî kun kun
pelî ebestê û eyaxnête «kun»