hawîne û germa û mîwegenane

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  781 Dîtin
hawîne û germa û mîwegenane
nîwey em şare şew le serbane
tozî řeşeba û çawyeşe û hawar
serbanî wêran, piř dûpişk û mar
le hemû layê giryane û qûře
kifir eka pyawî bêxewî tûře
şew le serbanan ke deçne seraw
řoj hełdeqirçê be tînî hetaw
înca řeşeba ew toze dênê
wek ’etir û ’enber hełyepirjênê
goze û dîzeşman ke piřn le aw
ew tozey têçû ebê be guław
hêcgar çend małêk leser yek serban
çîẍêkî tenk kewtote beynyan
gwêyan le mirqe û pirxey yektire
«tege û sabrênî» be edebtire
zor car řeşeba «derpê» efřênê
hî wayşyan heye «derpêy» namênê
bem ḧałeyşewe hênd berz efřîn
xobexo serî seran ebřîn
pyaw bê îş bê şeř hełdegîrsênê
bê «derpê» mendîl le xew ebînê