ezanin «waşe» çoleke egrê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  713 Dîtin
ezanin «waşe» çoleke egrê
be xořayî çon bexêw ekirê
çîrokey «gîskî heyas» ke bawe
ew destûreye êstaş le nawe
binaẍey cîhan wa danrawe
kem dem û dest bî, beşt xurawe
boye em «êle» le nuşustaye
herçî hełdesê boxoy kwêxaye
dûberekîye û tal’î nasaz
emyan ełê: sîr, ewyan ełê: pyaz
dest le hewîr û dem le tedbîra
aw le «qełbîra», «xojîlk» le şîra
xesû be xiřkê, bûkê be biřkê
têk berbin şîryan çon nabziřkê
balorey bûk û xesûy gwê lê bû
boye kiçekey ne’eda be şû
keçî kiç destî le daykî berda
meymûn zor cwan bû, awłeşî derda
hênde hełpeřîm ta kewşim diřa
şayî şabaşî şayîm pê nebřa
îtir tobem bê hîç tefre nexom
min û kebab û wêranekey xom