çake zû lebîr xełk eçêtewe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  797 Dîtin
çake zû lebîr xełk eçêtewe
qînî xirape, her nabřêtewe
to qîneberî xełqit girte dił
ew qîne bo cerg ebê be çiqił
hemîşe diłit xefetbar ebê
xwardinit lela jehrî mar ebê
wa çake ke qîn le dił derawî
ewsaye xoyşit ezanî pyawî
be diłêkî xoş enûyt û exoy
şew be derdewe nanałênî boy
eger padşay cewahîr poş bê
hemûy be fîday diłêkî xoş bê
diłxoşî be řast her be xudaye
xwa neyda, nabê, řencî be baye
zor le geł ḧukmî çarenûs nakirê
bebê xwastî xwa, hîç sernagrê
hendêkî wa hen xoyan nanasin
serbegêçełn, kewte û kesasin
çoleke ke nûst le laney şewa
her dû qaçî xoy ekate hewa
asman řûxa, ew eygirêtewe
keçî be berdê ebûrêtewe