ewî řadeka zû heł’engiwê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  701 Dîtin
ewî řadeka zû heł’engiwê
ewî leserxo biřwa nakewê
yekê ta direng ne’ekewte řê
be gurgeloqe eywîst pêşkewê
ke to netwanî le ban bazberî
xanewxan çîye kewtûyte serî?
lezetî nî’met kesê eyzanê
ke damaw bûbê bo paruwe nanê
egîne ke hat le badî hewa
be qêzubêzê destî bo eba
zorî pê ewê makîney dewran
ke yekêkî «qał» bênête meydan
be darî berza hatî serkewî
destit tund bigre, newek bikewî
çêştit germ bê, řaweste meyxo
ba nełêy demim sûta bawkeřo!
parûy pelepel bot qût nadrê
ke le bîn gîra çarî nakirê
nan le bîn gîra çarî be awe
aw le bîn gîra dermanî cawe
hendê xwardinîş çawî ledwaye
le qurg egîrê ewey le xwaye