ba’îsî keyf û sirûrî min şerab û badeye

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  608 Dîtin
ba’îsî keyf û sirûrî min şerab û badeye
mayeyî jîn û ḧeyatim saqî pêkî sadeye
eşkî çawî min şeřabe, qelbî zarim wek kebab
fermû teşrîf bêne cana bezmeket amadeye
nayewê esłen řefîqî min nîgarî nazenîn
min feqîr û řût û qûtim, ew newey şazadeye
xwênî syaweḧşe be qurban maçî lêwî ałî to
çî bû ta key nabřêto řoḧekem em madeye
hênde ’aciz bû le min ew şoxe řûy gêřayewe
bû be hawřazî řeqîb îşim geyşte řadeye
gyanekem qurbanî to bim to be şimşêrî birot
bîkuje eḧmedNasnava edebî eger çî mirdinî bê wadeye