le kesê bûrdî peşîman mebe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  584 Dîtin
le kesê bûrdî peşîman mebe
le xwa lamede, bê îman mebe
be hîwa bijît diłit xoş ebê
be na’umêdî řenicit boş ebê
ke be řencî şan paret peyda kird
be fîřoy nadey herwa dest û bird
bełam le «ha»yê be «hû»yê eřwa
bem hay û hûyey řenc eçê be ba
ew kesey çawî le małî xełke
bê ber û sêber wek darî pełke
qena’et însan dewłemend eka
tema’ bend nabê, pê le bend eka
ke be tirs û lerz eydizî şewê
řoj dił le mistî, lêt dernekewê
to bizane eger małit bidzin
çend pêt naxoşe û ebî be dujmin!
dyare ke xełkîş małî xoş ewê
ke ew peyday kird, ber to nakewê
ayînî îslam eger bizanî
be asûdeyî merdî cîhanî
lew řêye ladey şwên şeytan kewî
pêt heł’engiwê, le piř ekewî
hełkirdî dinya, dewran dewrane
le hemû laye her şeře nane
eger bebê nan hełkirdiman ebû
kes beser beşî kesa nedeçû
bełam ax bawkiman ke ew genmey xward
xoyşî derkira be henasey sard
êmeş bew îrse le dûy nan şeqîn
şeq têhełdane û bedxułq û şeqîn