segî be wefa be zêř ekiřn

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  674 Dîtin
segî be wefa be zêř ekiřn
pişîley zyankar kilkî ebiřn
be libad danî mar hełdekêşin
daxî bê danî pê hełdeřêjin
qułeřeş eyden le binekotere
înca le ḧerem pêy dełên: were
gacût le gêrey ferman ebestin
be kełeme tund, demî ebestin
bedxû ke le geł gelda beweye
ke kiz bû jya mergî eweye
be agir sehoł dirust ekirê
keçî hîç bergey agir nagrê
le ’îlim û fenda şeqîyn pyaw û jin
her bo eweye yektir bikujin
ehlî fen yek yek řehendetre
axo kam bomba kuşnidetre
şeytan le řastî ême nezane
îtir boç biłên: tefrey şeytane
emane hemûy xwastî xwayye
be îstîẍnay xoy însan bayye