melay mezbûre çûbwe serdarê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  727 Dîtin
melay mezbûre çûbwe serdarê
liqêkî ebřî bîka be barê
eywîst ew liqey xoy wa leserî
le binda bibřê, ’eqłî way biřî
řêbwarê pêy wit: melay ser darê
ew liqe bibřî ekewye xwarê
mela lêy nebîst, sa ew beřê bû
em legeł liqda serengirê bû
ke kewte xwarê witî: em pyawe
le ẍeyb ezanê, «welî» tewawe
řay kird, çû pêy wit: keramet darê
to ke zanît min ekewme xwarê
ełbet eyşizanît ke min key emirim?
tuxwa pêm biłê leberit mirim
witî: ’umrî to pêt biłêm çende?
be sê bay zigî ew kere bende!
minîş bewaney ke «kobon» ekiřn
ełêm: liqî jêr xotan ebiřn
mîllet darêke ke sêberdare
çon liq û popî eşkê ew dare?
destî dad zoryan exate xwarê
keçî ’ar nanên be kewtinî carê
wa çake be dax nîşaneyan ken
ke ’aryan nena, řewaneyan ken