dem menê bedem «qilyanî» xwawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  599 Dîtin
dem menê bedem «qilyanî» xwawe
ke biłêsey best hêlkit biřawe
le karî xwada wird meberewe
ser şoř kew biřo le dûy kerewe
egîne her to «suxrekêş» ebî
be karî bêgar nawkeřêj ebî
eger biłêy min huner enwênim
be karzanî xom mesned esênim
le řezaqîy xwa ekewye înkar
ewsa ewîş to exate jêr bar
«harun alirşîd» katê mîsrî girt
witî bem mułke fîr’ewn xwayî kird
le qîna daye dest quleřeşê
seyrken xwa mułkî xoy çon ebexşê
pemû daneyan çand, aw daypoşî
hawaryan boy bird hîç boy nelexşî
witî emsał xełk xurî biçênê
aw eyşiwatewe çiłkî namênê
ême tênageyn «ḧikimةalle»ye
îtir çîye em qîře û hełłaye
«rical alẍîb»y emsał xûy waye
destey xudpesend, naxate kaye
wa çake hemû awêk binoşîn
çaw le gunahî yektir bipoşîn