bo ewey bedił bendey xudaye

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  569 Dîtin
bo ewey bedił bendey xudaye
ser û jêrî xak wekû yek waye
her ew desteyey ke xwa enasin
hîç xemyan nîye, ke bê kirasin
desteyêkî tir «kostom» lebere
ke dayanmałîn xemyan lebere
hendêkîş xoyan bo mał ekujin
wek zerû xwênî xełkî emjin
katê destî merg eyanceřênê
hemûyan be zor le zig derdênê
bo dewłet ewey ke şêtgîrtire
ta barî qurs bê, le lay xoştire
herçî însafî na be taqewe
řojêk ebînî bû be faqewe
mindał xwênî dayk emjê le zika
ke hatederê awłe der’eka
keçî ew kesey ke şekir exwa
tûşî ’îlletî şekirî naka xwa
be turkî «şekir ’îlletî» heye
diktor ezanî mirdinî keye?
şukir wek wefa ke napedîde
herçî be şekir bimrê şehîde
«şekir ’îlletî» û şekir qîlletî
lêkî biřîwin «qawe» û dałtî