mar ta zînduwe be pêç ekşê
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
740 Dîtin
mar ta zînduwe be pêç ekşê
serî pan bowe, řast řa’ekşê
heye le bedî zor qorit ebînê
ke derfetê dê her têy eçênê
bawkiman be genim beheştî dana
genme bo daw ebê be dane
ełên: cehennem le dem maraye
agirî giranî wa le karaye
piř berdergaman řazyaneye
janezg miştey naw hemaneye
laye yasaẍe û laye beřełła
berd bestûye û seg gemařo eda
yek be sed eşya şen û kewyetî
manganey mîrî le cêy xoyetî
zor me’mûr derçûn kewtine kasbî
me’aş! ke têrim nekey, ba nebî
ta emřo ême le řûy cîhan da
zor bextyar bûyn le guzeran da
êstayş hîwaman waye le lay xwa
legeł çileda, çiley har biřwa
le ser û le jêr şika ełeman
çareyan biřa, kewtine «el’eman»