ke dezû bikey be derzîyewe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  540 Dîtin
ke dezû bikey be derzîyewe
egeřêy kunî bidozîyewe
bełam ke wîstit hewday wergeřê
pencet geyştê xoy dête derê
çake wek dezû pêwekirdine
xirape hewda lê labirdine
hendê be hewes xirape deken
le lay karbedest bewe derdeben
fesłê bedkaryan hênaye kaye
fesłê dewr gořa ew le karaye
«xwa defermiwê: min bimwîstaye
çakem dexsite naw em dunyaye»
dyare emaney kewa bedkarin
ḧukmî arezûy perwerdigarin
ke waye boçî û gileyî le kê?
dyare ke xwa xoy gerdişî ewê!
egîne «hîtleř» yek gyanî heye
çon řêy pişêwî cîhanî heye?
xwênřêj «menfûrî» hemû dinyaye
ew «peristîdey» ełmanyaye
em negbetîye ke şanî girtûn
katêkit zanî hemûyan mirdûn