ełên: cehennem le jêr zemîne

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  888 Dîtin
ełên: cehennem le jêr zemîne
be agirî ewe ew germa û tîne
ey xo řeşeba ke le berzîye
gwaye bwarey kunî derzîye
hêcgar ew ’eyşî ême tał eka
be toz û ẍubar çaw bedḧał eka
em şarey êmey kirduwe be «meko»
herçî dêt biřwa, bang eka meřo
fêrî fîşałî wehaman eka!
felek le destiman berd be ba eka
em baye řenciman eda be bada
ba, ba neykeyne, ser le hewada!
tawtaw ke hetaw lêman dête naw
henawman eka be şêlmî pîşaw
keçî be sermayş «kesîre» ebîn
bayêkî lêdayn le «bire» eçîn
nazanîn bergey hîçyan nagrîn
ga kilkî lêdayn, ekewîn, emrîn
hêndeyş be nefsî xeřoman bayîn
her le peycorî xeyałî şayîn
hênde berz efřîn bałman şil ebê
dwayî şikanî ser û mil ebê