çend xoşe kiçî cwan xwêndewar bê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1271 Dîtin
çend xoşe kiçî cwan xwêndewar bê
şêwey hamserî têda dyar bê
ewsa etwanê ke qedrî mêrdî
řagrê û piştî neda le ’erdî
kuř û kiç eger cwanî yekyan xa
ke le yek têr bûn, dîwaryan řûxa
çiłês zeḧmete be jinê hełka
car car serdeka be «dîzey» xełka
«êsrî bałanî» zołe û çemûşe
ke gwêy mełas kird, ezanî tûşe
bełam hendê kes gwêy nabene çerim
«cûte» lê eden, be têkełî germ
eger «gwêrewsar» nebê bo gwêlk
bêstanman ebê be deştî kolk
pîrî zatêkî xiste meynetî
hawarî kêrî «şerḧ muẍnî»yetî
kurd le ber kêrî xway bîr çuwewe
«leyْleةû alْqedْr»y pya xirç buwewe
caran carbecar ekewte sema
be şeřî «hîtler» neş’ey tya nema
yaxwa «hîtler»yiş wek marî topîw
hêzî nemênê bo emdîw ewdîw