çirûk le dunya xoy qemter eka

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  682 Dîtin
çirûk le dunya xoy qemter eka
lewlayş ḧîsabî dewłemend eda
řastî, barêke henase ebřê
herçî hełîgirt şeřî pê ebřê
goçan ke qefî çemawetewe
serçewte û, serçewt řast ekatewe
nîkaḧ berdêke ser «mełoy» enîn
«ḧacî yatmez»yiş be tełaq ełên
caran eyangut ’eyb û şûreyî
êsta ebê dûy şûreyî kewî
«řostem» bo emey tîẍî kul neka
dû kesî egirt eyda be yeka
ewey be pare û be desełate
şeřîşî wek řêy be qonterate
caran îtalya şeřegay ekird
êsta gacûtî «binîto»y bar kird
hendê be lifkey zibir deşorên
hendê be nermî le bar degořên
şerit ewete to mîzac binasî
«tentiryot» nedey le cêy řon masî