xwa hendê kesî bo şeř danawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  668 Dîtin
xwa hendê kesî bo şeř danawe
«zirê»y gunahî leber kirawe
le ah û nałey hejar natirsê
le pirsyarî meḧşer napirsê
xirape eka legeł pyawçaka
lay waye du’a karî lê naka
keçî le piřê ahê eygiřê
zirêy edřê û ahî ebřê
etlêtewe wek marî be gêngił
be sed qêzubêz eyxene jêr gił
meřnemûkekan be gurzî giran
berdebne wêzey eyxene aman
haka «hîtler»yiş wek «esfendyar»
tîrî řostemî lê kewte řûy kar
çawî ẍirurî kwêr bû be peykan
be kwêrî geřa yawerî şeytan
êsta nazanê xwînřêjî çîye?
çunku xoy jin û mindałî nîye
eger kesêkî xoy bikujraye
nedebuwe ba’îs bo em heraye
wa be nay naḧeq cîhanî şêwand
hîçîşî bo xoy lê hełnekřand
hînde serî xoy lêda be berda
katêkit zanî destî lê berda
çiraye le lay xwawe esûtê
ke fûy lê kira kepû esûtê