pêy nawê payîz řengî xezan ka

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  735 Dîtin
pêy nawê payîz řengî xezan ka
le newnemaman gełařêzan ka
ferteney «hîtler» karêkî way kird
wek gełay daran lawî le naw bird
cehenemêke hîtlerî belîd
bange bangye be «helْ mînْ mezîyd»?
lewsawe dinya ke danrawe
hêşta emendey tya nekujrawe
«z»y nazî nuqtey le ser laçuwe
boye řûy cîhan agirî girtuwe
řojêkyan lê dê qewmî ełeman
bê naz bikewne nûzey «el’eman»
bełam bê’arin, wek carî pêşû
têhełdeçnewe dîsan zû be zû
eger kełbey gurg neşkênî be dar
dest hełnagrê le meřî hejar
hendê le lawe be nûzey nazî
xoyan exene ber lîsî qazî
ewey ke bo pas çuwe «ciřtawe»
le «kunemasî» çî têgîrawe
gahê «turkîzim» gahê «hîtler»y
«atub îtmilî, bwîle îtlerî»