her xizme, ke to exwênêtewe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  669 Dîtin
her xizme, ke to exwênêtewe
aw eřwa, zîxe emênêtewe
pyawit nard bo îş quwetî berê
se’at quřmîşî nekey nageřê
boye em qewme îşî le paşe
bo hemû karê «dewen be aşe»
eger payîzan to «sed» bibestî
le beharanda le lafaw řestî
xo eger biłêy: dûgî xom xoş bê
řojêkit lêdê ke gurgit tûş bê
hendê bo nazî kewtûne dawa
«sey kunemasî û pasî cirtawa»
le cêyek binû aw hat teř nebî
sewdayê bike tûşî şeř nebî
ḧeram xorîş bî û be beşêkî kem
şile bixorî û biçye cehennem!!
eger ekujrêyt bo nîgarê bê
eger egîrêyt ba bo şarê bê
eger qazanicit her boxot bwê
naşarêytewe xełkit lê edwê
telesmî camî çil kilîleye
herçî çewt nebê dyare xileye!