em dar û berde û em şaxe berze

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  689 Dîtin
em dar û berde û em şaxe berze
xwa dayřiştuwe, lengerî erze
boye şaxî zor lem xake daye
zemînekeman cunbuşî tyaye
emende sexte nabê be řêga
xwa boye hênde befrî têdeka
berewdiwa emsał xełk dên lew xware
darî berdare cêy sayedare
řojê dartaşêk çûbuwe sefer
geyye kanîyek sêberî le ser
lêy ḧesayewe serî hełbiřî
liqê darî dî be mişar biřî
dar hate zuban witî dinyaye
boye bedkarî wekû toy tyaye
ta ew kesaney ke dar enêjin
qedryan derkewê, çakeyan bêjin
deştî şorezar hîçî lê nařwê
lêre le ser berd dar û gya eřwê
kêw nimûneye bo ḧałî beşer
çend mandû ebî ta egeyte ser
legeł serkewtî înca be naçar
milî řê degrî yałła serewxiwar
«ئەەکْmelْtu lekumْ dîynekumْ» ke hat
«yarî ẍar» girya, aw be çawya hat
fermûy pêẍember teşrîfî eřwa
’adete kemał zewałî le dwa
zîndegî û birew bo kê ser egrê?
herçî hat eřwa, herçî za emrê