bayequş le her şwênê bixiwênê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  919 Dîtin
bayequş le her şwênê bixiwênê
ya xêwî emrê, ya eyřûxênê
em şare ke wek beheşt enwênê
ke řeşebay bû xoşî namênê
xwa parastûynî le agirî «hîtler»
yaxwa be bê ẍem tya berîneser
ke le şeř dûrîn xudaman yare
ba her seyran bê le «girdî yare»
cûleke be qîn «haman» ekujin
êsta bo xwênî «hîtler» namjin?
esłî dujminî ewan hîtlere
xwênřêjî hîtler leḧed bedere
bełam wa tîrî xway lê kewte kar
her wa bizanin boy kewtine hawar
çi xwaberdare, em tirs û lerze
em xwêne geşe le řûy em erze?
be zigê birsî û be zigê têrîn
lêman nageřên ke xoş řabwêrîn
min hergîz bo xom napařêmewe
wa min řoyîwim nageřêmewe
bełam be hîway xakî kurdistan
wek hełdegrê bê be gułistan
destey lawanî xwêndewarekan
eger têkoşin be dił û be gyan
nizîke xakman bibê be îksîr
hemû yek kewn be řa û be tegbîr
ke dest le dest bê quwet le xwaye
hîç şubhet nebê ke eme waye