kuştey ’areqman wa le pêş çawe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  676 Dîtin
kuştey ’areqman wa le pêş çawe
êwaran hîçman le bîr nemawe
însan le nisyan dirust kirawe
çawî le perdey ẍefłet poşrawe
ta satme neka çaw hełnabřê
ekewête çał pelupoy ebřê
ta nemanbene girdekey seywan
çake û xirape nayête meydan
formey wezîfe ke bû be kifin
dest û pê le pyaw ebê be dujmin
ke «meřnemuke» çaw zeq katewe
aẍayî le bîr pyaw ebatewe
ke wabê boç her bawî «kewa» bê
ewe «kewa» bê ke merdî tya bê
gerdin azayî cejnan satêke
nwêjî aştî her řikatêke
bełam gurîsî şeř û de’waman
heta řaykêşî ew dê le dwaman
emane wizey ber gwêy bê’are
kes nałê mirdin heye lem şare
eger her bendê pendêkman batê
êmeyş eçîne řîzey wiłatê
destî yek egrîn be kird û koşî
dewłemend ebîn, egeyne xoşî
egîne ezîn wa hełdebezîn
guřeguřmane ta dêyne ber zîn
çileman kêşa ta geyne çile
hewrazman biřî geyne ser mile
pêwîste înca biḧesêynewe
şeytan le xoman dûr bixeynewe
eger min çak bim ’alem bom çake
bełam miře miř şeřî ser lake