gum bû jyan û pendî pêşînan

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  1384 Dîtin
gum bû jyan û pendî pêşînan
homan kewtibwe çîrokey jinan
êsta her dûkyan kewtinewe meydan
sa, çî enwênê awêney dewran
ke to nuşsitît le kes nehanî
tamî lêburdin ewsa dezanî
gerdişî cîhan zû zû egořê
yekê dêtewe û yekê etorê
eger meclîsî mîllî negořê
sewday meb’ûsî eçête gořê
bira, biray xoy la bêganeye
firzend le bawik be behaneye
hemûyş eyzanîn yekêtî çake
dûkes yek kewê sê kes ẍemnake
ke hemû aşt bin bo to çaktire
her řoje xwanî layêk ḧazre
ewî be «firîw» egate paye
şeytan le bergî firîşte daye
kasbî çunke de’yey tya nîye
hîç me’mûrêkî pê řeza nîye
min wa me’aşî teqawîtyekem
emba beřêwe bê zyad û kem
heway «bonjor» û neş’ey temenna
xistûmye gêjî teqe û teqella
zeystan leser kase swênd exwa
keçî çiley çû ’uzrî tir naşwa
ay bo ewaney le tema’ pakin
le naḧsab û ḧisab bê bakin
eger serbanit dirzî nedabê
diłope ebê le kwê peyda bê
ḧeyfe kay taze bibrê bo serban
her paş axuře ebê be kay ban