çend xoşe însan xeyał perwer bê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1114 Dîtin
çend xoşe însan xeyał perwer bê
be xeyal bergî şahî leber bê
herçî eynasê bîka be me’mûr
xizmanî şad ka çi nizîk çi dûr
madam xeyałe le řenc bedere
xurmay bênawik xo çewendere
ewî to emřo eybînî be çaw
sibeynê le lat xeyałêke xaw
wa bizane ke toyş meb’ûsê bûy par
xawen keş û fiş otombêl swar
xo êsta hemû lêk řast bûynewe
tenha to denûy be piştênewe!
ferz ke em careyş eçespêtewe
be hêlim pêwe elkêtewe!
ne mêwit heye bo kes ne hengiwîn
meger çizûy xot bikey be perjîn
ay caran yasîn «silî alle» hûy bû
êsta nayxiwênin meger bo mirdû
herçî ḧîkmetî eme bizanê
ebê be «asif» bo silêmanê
toyş silêmanît hay silêmanî
yay nîsbetit bû be yay nîsyanî