sa bêne tuxwa saqî mey û şîşe û fincan
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
1 Xulek
857 Dîtin
sa bêne tuxwa saqî mey û şîşe û fincan
em bezme mu’etter bike to wek gułî xendan
giryanî min û řûmetî to ey butî ře’na
temsîlî eken şewnim û guł subḧî beharan
xot şêt ke eger talîbî mes’udîy bextî
çend zeḧmetî dî ademî bêçare le şeytan
lem mentîqeda ferqî nîye êste musawîn
yeksan enwênê řewşî weḧşîy û însan
me’nayî weha lêk edeno be’zê mwezzef
qanûn ewete keşfî biken baxeł û gîrfan
tarîkîy zułifit buwete ba’îsî kufirim
sa derxe tuxwa mesḧefî řût ey mehî taban
giryanî diroy sofî û lêhatnî ḧałî
derwêş be fîday zemzemeyî ne’re’î mestan