ew serkirdeyey be řast însane

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  821 Dîtin
ew serkirdeyey be řast însane
bend û zincîr lay řutbe û nîşane
bełam nek qewmî tûş ka û xoy řa ka
wa bê îtir kes biřway pê naka!
ax eme řencî dawîn be bada
leşkirî nadan piştiman ber nada
ta ’aqił karî lêk edatewe
cesûr girewî xoy ebatewe
tema’ wek awî şorî deryaye
her eyxoytewe û tesellat naye
ewey qanî’e be wişk û be teř
nawî nirawe şahî beḧir û beř
herçî řast eřwa le tewekkulda
xem û xefetî nabê le diłda
xwa řê le bendey bedkar bigořê
nayête ser řê ta lêwî gořê
hîwaman waye destey xwêndewar
boman pê bigen bikewne řûy kar
bawcud eger mektebman wa bê
xermanî hîwa ebê her ka bê