pepûy siłêman mizgênî hanî
Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
1 Xulek
1166 Dîtin
pepûy siłêman mizgênî hanî
ke wa asef dê bo silêmanî
le hemû lawe xełk ko bûnewe
bo merasîmî bepîrçûnewe
dar le baz carê kamî dêtedî
xwa řeway bînê şabazîşman dî
em care qedrî em şarem zanî
hênde mîwanî ’ezîzî hanî
em mîwanane dyarîyan dyar bê
eşê em şare tal’î yar bê
bełam ke xoman darî bê ber bîn
kewa kolekey taqî zefer bîn
ełên deştî řey cêy ḧewt leşkir bû
textî silêman be şeřeftir bû
ewê cêy şeř bû êre cêy de’wet
ewê cêy zeḧmet êre cêy řeḧmet
sa çî bikem bextî min şorezare
baranîşî bê her xes û xare
wezîrî beẍda yarey pesend kird
hat kanî diřkey sikanî hełgird
êmeyş her kesê bext řêkewê boy
ebête dizî ga û gwêrekey xoy
hîç kesê nef’î ’umûmî nawê
boye dexnikêyn bo kase awê
herçîş debînî dełê: ze’îmim
lem nawe nawe her min hetîmim