be řîsî xełkî boç ełêy: pete

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  914 Dîtin
be řîsî xełkî boç ełêy: pete
zubanit bêłê serit řeḧete
pyawî zorbiłê bo dozex bere
lewêşda ełê: darekey teře
wextê etwanî begij minda bêy
bo berhełistî zorî min bişêy
pê le mar menê her çend siřîş bê
meço řêy beraz le řew biřîş bê
tenha gacûtê zyan denwênê
keçî gagelê têwe egłênê
êsta min boye nawim purêye
xeta sûrêye û le xom dûrêye
dinya şêwawe be şiřim biřim
dest be kiławî xomewe degirim
hêştaku bêstan bereła nîye
em dûge çewre bê beła nîye