calînûs ełê: taqîm kirdewe

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1211 Dîtin
calînûs ełê: taqîm kirdewe
her qewmê nasra be pêy kirdewe
hîndî û ḧekîmî, furs û tekebbur
turk îta’et, ermen sifrediř
’arebî beřî û mîwan perwerî
kurd û azayî, be mał û serî
ḧebeş sedaqet, şamî û şe’amet
mela û çirûkî, zengî û ḧemaqet
kurt û fîtneyî, dirêjî û bê hoş
le dû cejnan bû şêxî nwêj firoş
ayn û oyînî mûzerdî çawkał
şehwet perestî řeşî řûbexał
kwêr û ḧafîze cûleke û ḧîsab
beng û kesasî, dewłet û şerab
caf bo zîyanî, hemewend bo şeř
şêx û tefreqe, zengene bo geř
pişder cengawer řêkin û yeken
şwan û dizeyî le nawyan eken
baneyî dełên: esḧabe kujin
sîweylî êsta qamk demjin