be hîway xełkî lûtî berze bû

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 1 Xulek  1318 Dîtin
be hîway xełkî lûtî berze bû
le baran řay kird tûşî terze bû
witî: çeftałî wa mełła řimya
witî: meyêje, nimazit biřya
sêyemîn witî: her xom xasim kird
nimazyan biřya dengim lê nekird
cûleke sałê haman ekujin
zordar her řojê xwênê emjin
be cwanî sûta denke henarê
bext řûy kirde dîgune çarê
syaset bazîy derdêkî waye
bo dewłemendîş her bê dewaye
boye gêroden hêndê bew dawe
kwêr heta emrê be hîway çawe
hîç şarê xoşîy em şarey nîye
bełam řeşeba bwarey nîye
çendim pêxoşe le say dewenê
danîşim û jin, meşke bijenê
ba sed teyare û bomba be cwê bê
min tenha şiłqey meşkem le gwê bê