min syařojî dû zułfî her wekû zunnarî tom

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  818 Dîtin
min syařojî dû zułfî her wekû zunnarî tom
quřbeser dił piř le xwênî lêwî wek gułnarî tom
ger wicûdim xesteye ya zerde řengim çawekem
min giriftarî fisûnî çawekey bîmarî tom
ger be qehro to derim key sed keřet lem qapîye
dest le to hełnagirim her ’ebid û xizmetkarî tom
nayełê lew gencî ḧusnî diłbere behrem bibê
daymen meşẍûłî def’î zułfî wek řeşmarî tom
min be ummêdî wîsalî to le řêgey dûrewe
hatûm lutifit bibê, qurban ẍerîbî şarî tom