bebê řê meřo, herçend qedbiř bê

Li pirtûka:
Pendekanî Pîremêrd
Berhema:
Pîremêrd (1867-1950)
 2 Xulek  2051 Dîtin
bebê řê meřo, herçend qedbiř bê
nanit genim bê coyş herzantir bî
bêwejin herçend xawen diraw bê
to kiç bêne ba, kirasî caw bê
diłdarit nebê beheşt zîndane
herçî dił wîstî her ewe cwane
ker kurtan gum ka û ême boy bidrûyn
destî weyskeye û sûjnî połayîn
be xału xału hat belamewe
bû be tûlemar day be pamewe
nazdarî behar çen şox û şenge
ax bê beynete hêcgar řeng řenge
ke xwa pyaw serxa be kes nanewê
em asmane, estûnî dewê
ew kesey ke xwa qedrî dawe pêy
kes lêy pirsîwe ke to kuřî kêy?
mesned nadrê be zorî çene
lem zewye řeqe tûrê hełkene
ewî be aẍam be paşam fêre
beratî dête ser dû kulêre
ah xwêndewarî! nezanî laye
bo kirdeweyşiman řehberî çaye
ke sirke tund bê qap eqłîşênê
leş kirasî tesk da’etłîşênê
qel wîstî wek kew be xiçke biřwa
řoynekey şêwa û waşî bo nelwa
hemû řawçîyek îsaẍa nîye
herçî řîş sûr bê hemzaẍa nîye
tepałe agirî giř nakatewe
paşerok sewî piř nakatewe