le sayey maçî lêwit meylî ’ennab û şeker nakem

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  1559 Dîtin
le sayey maçî lêwit meylî ’ennab û şeker nakem
ke řûy to derkewê qet řû le řûy şems û qemer nakem
eger bêt û gedayî koyî diłdarim be qîsmet bê
be dił badî şehnişahî û supah û keřřufeř nakem
xwa bîka eger řojê qedem bênête ser çawim
tenezzul bo cewahîrsurme û kuḧlulbeser nakem
be tîẍî ebruwanî xoy îşarey kird ke bo qetiłim
leber ew mujde esłen meylî qełẍan û super nakem
qelender meşrebî û dêwaneyî xoşe le dinyada
be feqrî xom řezam esłen xeyałî zîw û zeř nakem
nizîkîy pyawî eḧmeq ba’îsî fewtanî însane
heta ’umirim bibê qet min řefîqîy pyawî ker nakem
ke min ma’îl be xêrim xîlqeten eḧmedNasnava edebî bexořayî
wekû însanî cahîl meylî fîtne û şoř û şeř nakem