ger le meḧbûsî xełas bim duşminanim pet ekem

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  509 Dîtin
ger le meḧbûsî xełas bim duşminanim pet ekem
sûrî ser ebłeq le fercî daykyana řeq ekem
bo emey terkî xirapî û mufsîdî û bedzatî ken
řeng û řûyan gişt be řengî xaseřeng xetxet ekem
řû be şar û mułkî amed mî eşa’Erebî da’enêm
’aqłane terkî řêgay naḧez û negbet ekem
dostanî xom be pare û małî dinya şad ekem
ḧasîd û mufsîd hemû nabût û bê serwet ekem
xełqe emřo çunke ḧepsim řêgeyî destim nîye
natwanim hîç bikem mecbûrim her ẍeybet ekem