efsane

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 5 Xulek  7476 Dîtin

efsane ke «mîsolojya»yişî pê ełên, her çend em wişeye bew efsanane ewtirê ke aşnayetîyan legeł xwakana heye û be bałay ewana witrawin, bełam leber ewe ke zanakan qiseyan le peyda bûn û çonyetî û řimûzî efsanewe kirduwe be ’îlmekeş her ełên «mîsolojya». em ’îlme zorî leser řoyştûn, betaybetî le yonana serçawey îlhamî feylesûfekan buwe. feylesûfekanî «eyonaCih» ełên: «efsane, řimûz û nîşaneyekî bo ew şite nefsî û exlaqîyane ke le ademîzadda heye». bîrubaweřî feylesûfekanî eskendiryeş wekû «eflotînKes» û «ferferîsKes» le barey efsaneda wa nebê dûr bê le hînekanî «eyona» we. le sedey çwaremî pêş mîladda her le babet efsanewe baweřêkî tir be nawî baweřî «bohîmîrî»yewe -ke hî feylesûfî yonanî «bohîmîrosKes» bû- peyda bû, ew ełê: «efsane tenya hendê qisey xeyałîye bo ewkaresatane ke le mêjûda řûy dawe». herweha ełê: «ew xwayane ke le efsaneda bas ekirên ya ew pyawane ke le efsanekeda ewtirên, ewe ew padşa û pałewananen ke mirdûn û zemanêkî zor beseryana tê peřîwe û lepaşa be nawî «xwa» naw ebrên». tenanet pyawekanî kiłêse le mêjûy kon û sedekanî naweřastida bo ewe berberekanêy butperistekan biken ew baweřî «bohîmîros»eyan girt be destewe. mesela le çîrokî «zyos»y yonanîda «bohîmîros» ełê: «ewe pałewanêk buwe û gelê şwênî girtuwe lepaşa le dûrgey «kirît» mirduwe û nêjrawe û dway ewe buwe be «xwa». ca em core şitane bo pyawekanî kiłêse destî dawe.

bełam lem dewrey dwayîyeda -wate le wextî řapeřînî ewrûpada- fîkirey efsane perdeyekî tirî besera hat. le dozînewey emrîka û efrîqa û dûrgekanî uqyanûsîyeda, ’almekan hendê efsaney sawîlkeyan lemanewe dest kewt ke bitwanin bîken be nimûne bo derbiřînî çonyetî efsaney konîş. em zanayane hendêkyan ełên: «efsane te’bîr lew řewşte ayînîyane edatewe ke qewmekanî dewrî eweł herwa be corêkî bêser û pêweryan girtuwe bebê ewe şitêk le binaẍekeyewe bizanin; goya leber ewe şitêk le ayînekewe bizanin em qise û ḧeqayetaneyan bo hełbestûn».

hendêkî tir ełên: «eqsane, le qewme seretayîyekanewe bo ewe dahatuwe ke şan û bałî butekanyanî pê biřazênnewe». hendêkî tir bem core me’nayan lê dawetewe ke: «goya ademîzadî zor kon neytiwanîwe le ḧeqîqetî şitêkî wekû řoj ya hêzêkî tirî tebî’î biga, le tirsana peristûyetî û hênawye be çîrok û efsane řazandûyetewe». her kam lemane bêt ya le her yeke tozêk bêt, ya hîçyan nebêt, le mezende zyatir hîçyan be destewe nîye, mezendeş pyaw naxate ser baweřî řasteqîne.

temaşa ekeyt qewmêkî wekû yonan lesertada wekû ewrûpîyekan lem dewrey dawîyeda be hemû cor xerîkî ewe bûn ke le ḧeqîqetî dahatnî çîrok bigen û zanay zor berzyan qisey lêwe kirduwe ta geyştuwete payeyek ke buwe be ’îlmêkî serbexo, û êsteş le ewrûpa û ew şwênaneda ke pabendî xwêndewarîn zor zor gwê be çîrok eden û gelê şitî exlaqî û komełayetî û syasî lejêr dastanî çîrokda der’ebiřn.

înca hî kurd, pyaw ew şikey namênêtewe em şitane ke êste mawetewe û demawdem egêřrêtewe, lwêçêke le serçawey zor kon; le hî ew serdeme ke eger be řoj karesat û beserhatêkyan hatbê be şew ke ko bûnetewe gêřawyanetewe. eger şitêkî zor bełacewî bûbêt demawdem kewtuwe û le şwên hewargey xoy peřîwe bo şwênêkî tir û zyad û kemîşî pêwe nirawe.

ew core man’aye ke yonan ya ewrûpa le babet çîrokewe lê edatewe, min beranber be çîrokî kurdî natwanim ew man’aye lê bidemewe; natwanim biłêm: sereta le řûy şi’ûrêkî ayînîyewe bo xwakan ya bo butekanyan danawe, bełkû her leser ewem ke karesatî eşkewtekan û jyanî sawîlkey řojanekey xoyan buwe gêřawyanetewe lepaşa bepêy dirêjbûnewey zeman û gořanî jyan çîrokî tirî wa hatuwete pêşewe ke hînekanî pêşûy le fîkir birduwetewe û qałbî em legeł zewqî ew jyaneyana çaktir řê kewtuwe, ke dewrî îslamîş hatuwete pêşewe û nawe konekan gořawnetewe be nawî îslamî û lepaş ewîş hî tirî hatuwete ser. em qiseşe pêçewaney ewe nîye ke çîrokî ayînîyan nebuwe, hêzekanî tebî’î û çake û xirape û tarîkî û řûnakî gelê çîrokî bo xistûnete nawewe, bełam mebestekey ême pêş em tarîxeşe.