dastan
«dastan» û «efsûn»yiş heye, dastan zortir bo neberdî pałewanan bekar ehênrêt. wişeke le bineřeta «dawastan»e, wate şwênî ceng û şeřuşoř; ya «dadistan»e, wate şwên ’edil, le her dû bara wekû ’îlmî belaẍe ełê: «tesmyey ḧale be îsmî meḧel». dirêj bûnewey zeman wişeke ziman kurtî kirduwetewe û buwe be «dastan».
«efsûn» bo cadû û cadûgerî ewtirê, efsûn zimanî farsî be «efsane» y naw eba û mebestî ḧeqayet û çîrokî kone. pyawanî ’îlmî le kurdîşda wişey efsane bo karesatî zor kon bekar ehênin, ca bew bonewe êmeyş ke witman efsane mebest ew çîrok û řaze kurdaneye ke demawdem bo řabuwardin eygêřnewe.
’alme bêganekan wekû řemekî merdimeke gelê le efsane wirdibûnetewe û kirdûyane be ’îlmêkî serbexo, êsteyş lenaw kurdewarîda ke butrê çîrok, herwa be şitêkî xemřewênî ezanin, newek be şitêk ke binaẍey edebyat û binaẍey kirdewey bawwibapîrane. bełam bêgane wa nîn, betewawî tyaya řoçûn û gelê qiseyan lêwe kirduwe. ême bo ewe payey serçawey efsane û çonyetîyekeyman bo derkewê legeł ew xerîk bûneda ke zanakanî bêgane legełî xerîk bûn, hendê lew qisane ke derbarey kirawe lêreda eynûsîn bo ewe ke kurdîş wekû bêganeyek boy derkewê ke çîrok ’îlim û pende, newek tenya řazî gwêy agirdan.