mêjûy edeb

Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  7032 Dîtin

ta em şwêne ewî şayan bê û qełem bîgatê le barî kurd û binaẍey kurd û wişey kurd û mêjûy kurdida qisey lêwe kira, êste emanewê le mêjûy edeb le qazancî mêjûy edeb, le edebî ziman le mêjûy edebî kurdewe qise bikeyn. herweha emanewê ewe bizanîn ke edebî kurdî çe kirdeweyekî buwe beranber be qewmî kurd? we çe gořanêkî besera hatuwe û her berebayek çi kełkêkî le şa’îrî dewrî xoy wergirtuwe? ya edebî ew şa’îre çe karesatêkî nwanduwe beranber bew nawçeye ke tyaya jyawe? we merdimî dewrî ew çe ’eqłyet û řewştêkyan buwe ke wa le mêşkî ew şa’îreda dengî dawetewe? we legeł emaneşa berawridkirdinî edebî kurdî legeł edebî ẍeyre kurdida. carê: