şwênêkî diłgir zor basefaye
Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
1 Xulek
735 Dîtin
şwênêkî diłgir zor basefaye
cêgay teclilay dîdarî xwaye
be temen pîre, be dîmen lawe
řîş sipî, serî řeşî bê kiławe
le şeş pît pêk dêt şoret û nawî
dekewte yadî řojanî lawî
yek û dû û sê be dare dare
çwar û pênc û şeş le jîn bêzare!
çwar û dû sê xawen ferman bû
mîrî mîrî bû le kurdistan bû
dû û pênc û sê ser le beyanî
dem be pêkenîn le řêgay kanî
şeş û pênc û sê wek zułfî yare
meger pasdarî genmî řuxsare!
sê û dû û pênc karî nakese
dûr bin le pyawî be diro û delese!
wełam: «pîrmam»