dêyekim bînî le deştêkî pan

Li pirtûka:
Dîwanî ’Ewnî
Berhema:
Ewnî (1914-1992)
 1 Xulek  555 Dîtin
dêyekim bînî le deştêkî pan
şeş pît bû nawî řojêk le řojan
zistan wek masî cêy le jêr awe
hawîn debînî nîwe xinkawe
sê û pênc û şeş cêgay le bane
çwar û pênc û şeş zor bo ḧeywane
dû û pênc û çwar çist û be baze
gazit lê bigrê karit nasaze!
yek û sê û çwar karî zînduwe
le dwa dwayîda xaney mirduwe
yek û çwar û pênc legeł şeşemîn
zor car dirawe be řon û hengiwîn
yek û dû çwar le sergerdanî
naḧesêtewe ta mabê gyanî
yek û çwar dû car awazî qele
bexêr bigeřê boman em hele!