bêt û be nazewe ke biłê meylî řaw ekem
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
1 Xulek
2783 Dîtin
bêt û be nazewe ke biłê meylî řaw ekem
bo denke xałekey milî xom tûşî daw ekem
ey gyanekem be çawî řeşt swênd exom be dił
bo dînî çawî toye ke her çaweçaw ekem
ba, bênê bonî sing û memet, key minî hejar
îtir xeyałî bonî wenewşe û guław ekem
lomem meke ke min emewê řûbeřût bibim
bê berg û řût û qûtim û meylî hetaw ekem
bêt û desim bida le desî pyawî nawecax
ḧew car be aw û quř des û pencem giław ekem
bem ḧałe jîn û berzîyî kurd ger hîwam bibê
şêtim bizane min ke xeyałî piław ekem