lew dema ême ke xwênman eřişt

gułî xwênîn
Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 2 Xulek  1848 Dîtin
lew dema ême ke xwênman eřişt
řojîş behay hênabuwe wicûd
lew cêga şeřey yektirman ekuşt
gułan sewz ebûn eyankird sicûd
***
her çend laşekan wek peynî besam
kewtibûn le jêr liqî gułanda
keçî gułanî bê hoş û nefam
teř û taze bûn leser çiłanda
***
zewî ewende xwênî xwardibê
bo çî wenewşe řengî her şîn bê
xwênawî lawan deştî poşîbê
hêştakû beybûn sipî cebîn bê
***
be xwênî însan guł aw dirabê
ebwa řeng û boy ewan bisênê
êsta ke pol pol xeymeyan dawe
boç bê pełey xwên ser der’ehênê
***
dêrawî gułan çon řûzerd nabin
xwênexwêkanyan beserda eřwa
bo çî aw tûşî dax û derd nabin
bo wiłatyan ’eybe ser ta pa
***
ebînin ẍeyre eçnê gułẍunçe
keçî hîç kamyan girj naken řûyan
ẍalbyetî bê û bikat lence
bo pênekenîn nakewne xezan
***
yekêkyan carê nałê be hengê
ya bew «pepuley» hełyan’esênê
êsta nemmawe min bon û řengê
îmřo diłtengim bîxe sibḧeynê
***
lem deştewşûmey piř xewf û xeter
ke laşey qewmî êmey têdaye
bo şermî ḧizûr şe’şe’ey zefer
kem nakenewe taqe gełaye
***
matemî ême řeng û boy pêdan
keçî qet naken îzharî keder
çunkî bê ḧîssin esnafî gułan
le ḧałî kondan daym taze û teř
***
le daxa gełay xo bipêçnewe
nefamin çunkî hêşta nazanin
bo naw keway sewz xo bikêşnewe
ey gułan êwe bêwey lawanin
***
muqabîlî em derd û bełaye
azad epşikûn gułanî weten
çend bê wîcdanin êwe ebwaye
bo mirduwekanman her biken şîwen