ẍezaley çîne yaxo pyałeyî sehbaye ew çawe

Li pirtûka:
Dîwanî Eḧmed Muxtar Caf
Berhema:
Eḧmed Muxtar Caf (1896-1935)
 1 Xulek  1172 Dîtin
ẍezaley çîne yaxo pyałeyî sehbaye ew çawe
şeřabî nabe yaxo nêrgisî şehlaye ew çawe
erê mayey ḧeyat û qûtî řoḧe lêwî řengînit
we ya ẍaretgerî dînî feqê û mellaye ew çawe
muselleḧ bû be mujganî syah û tîẍî dû ebro
mezenne maylî fîtne û şeř û de’waye ew çawe
be goşey çawî to nabin sitarey tarmî eflak
leser erz û sema bê mîsil û bê hemtaye ew çawe
be tîẍî ebruwan û tîrî mujganî syahî xoy
lebo qetłî diłî ’aşiq, çi bê perwaye ew çawe
ẍułamî astanet eḧmedNasnava edebîy bêçareye cana
şehî îqlîmî ḧusin û amîr û mewlaye ew çawe